• Friday, 06 February 2026
logo

Gêlo Îsa: Artêşa Ereban a Sûriyeyê malên Kurdan talan dike

Gulan Media February 6, 2026 Nûçe
Gêlo Îsa: Artêşa Ereban a Sûriyeyê malên Kurdan talan dike

Gêlo Îsa li ser rewşa dawî ya Kobaniyê û gundên wê got, “Artêşa Ereban a Sûriyeyê malên Kurdan talan dike.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Warşîn Salihê bersivandin.

Nêzîkî 100 gundên Kurdan ên li Kobaniyê ketine destê artêşa Ereban a Sûriyeyê û ji ber wê yekê hemû xelkê wan koçberî navenda bajarê Kobaniyê bûne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa ku wekî El-Partiyê tê naskirin, ji Rûdawê re ragihand ku li başûr û rojhilatê Kobaniyê nêzîkî 100 gundên Kurdan ketine destê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.

Ji ber vê yekê ji bilî hejmarek kesên kal û pîr, hemû xelkê wan gundan koçberî navenda bajarê Kobaniyê bûne.

"Malên Kurdan tên talankirin"

Gêlo Îsa her wiha da zanîn ku artêşa Ereban a Sûriyeyê li gundên Kurdan wekî artêşeke niştimanî tevnagerê.

Îsa destnîşan kir ku li ber çavên kesên kal û pîr ên ku di nav gundan de mane, malên Kurdan tên talankirin.

Gêlo Îsa derbarê rewşa mirovî ya li bajarê Kobaniyê diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê av û elektrîk li ser xelkê bajêr biriye.

Gêlo Îsa anî ziman ku hikûmet rê nade pêdiviyên rojane yên xelkê ji bajêr re werin şandin.

 

Rudaw

Top