• Saturday, 07 February 2026
logo

Çar penaberên kurd devê xwe dirûn

Çar penaberên kurd devê xwe dirûn
Çar penaberên kurd li kampeke penaberan li Almanyayê ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember rewşa jiyana xwe û nediyariya çarenivîsa xwe, dest bi greva birçîbûnê kirin û devê xwe dirûtin.

Li gor rojnameya almanî Süddeutsche Zeitung, ew çar penaber beşek in ji komeke mezin a penaberên ji Îranî li kampa bajarê Wartburgê, ku ji Adara îsal ve ji ber xerabiya tevgera berpirsên kampê ketine grevê û çend roj in jî bi rêya daxuyaniyekê, ku li ser tevna civakî Facebookê belav kirine, asta gireva xwe bilindtir kirine û kirine gireva birçîbûnê.

Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê di wê daxuyaniyê de dibêjin: “Em hejmarek penaber in ku li bajarê Wartburgê li parêzgeha Bayernê dijîn û me berê xwe daye vî welatî, daku jiyaneke baştir bijîn. Lê vêga em hatine neçarkirin ku hewara xwe bigihînin grêva birçîbûnê. Me ji 19ê Adara 2012yê ve dest bi grevê kiriye û em desthilatdarên Almanyayê tometbar dikin ku sozên xwe neanîne cih û rewşa jiyana me baştir nekirine.”

Yek ji reveberên vê grevê bi navê Suhêl got ku penaberên di grevê de devê xwe dirûtine û got jî ku penaber berdewam dibin li ser grêva birçîbûnê û penaberên din jî hene ku amade ne devê xwe bidirûn. Penaber dilgiran in ku hatine neçarkirin bi kom di odeyeke biçûk de bijîn û herwiha daxwaz jî kirine ku ji niha û bi şûn de rê bidin wan ku kar bikin heta ku bersiva daxwaza wan a mafê penaberiyê tê dayîn.

Li gor statîstîkên fermî, di pênc mehên destpêkê yên 2012yê de 23 hezar kesan daxwaza mafê penaberiyê ji Almanyayê kirine û pirraniya wan jî xelkê Îraq, Îran, Afghanistan û Serbiyayê ne.

Rudaw
Top