• Saturday, 07 February 2026
logo

Annan: Pilana min li Sûriya sernekeft

Annan: Pilana min li Sûriya sernekeft
Nûnerê hevpar ê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Erebî bo Sûriya Kofi Annan tekîd kir ku pilana wî ya aştiyê li Sûriya sernekeft û daxwaz kir Îran jî tevlî danûstanan bibe.

Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, Annan di hevpeyvînekê de digel rojnameya “Le Monde” ya fransî got, “Kirîza li Sûriya heyama 16mehane didome, ez berî 3 mehan tevlî bûm.”

Annan amaje kur ku wî gelek hewl dan daku çareseriyeke aştiyane û siyasî bo wê kirîzê bibîne, lê diyar e serkeftin bi dest nehat û dibe ku ti gerentî ji bo serkeftinêl jî tune be.

Annan wiha pê de çû, “Hin caran dibêjin çavdêran tundûtûkî ranewstand, lê ev ne rolê wan bû, ew derbasî nav Sûriya bûn daku çavdêriya rawestandina şer bikin û ev yek demeke kin di 12ê nîsanê de pêk hat dema her du aliyan şer sekinand.”

AKnews
Top