Hikûmeta herêmê zevî bo çêkirina avahiya konsulxaneya Amerîka dabîn kir
Îro li paytext Hewlêrê, di merasimek taybet de, girêbesta dayîna perçeyek zevî bo çêkirina avahiya konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê radestî konsulê Amerîka, Aleks Laskrîs hat kirin.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta herêmê, di merasimê de, berpirsê têkiliyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, bi nûnertiya hikûmetê girêbesta terxankirina zevî bo avahiya konsulxaneya Amerîka îmze kir.
Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Aleks Lskrîs, axaftinek kir û spasiya serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Laskirîs, got, dabînkirina zevî bo avahiya konsulxaneya Amerîka li herêmê, gavekî din bo pêşxistina têkiliyên dîplomatîk yên navbera Amerîka, Herêma Kurdistan û Iraqê ye.
He wiha Laskrîs, behsa rewşa têkiliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û vekirina konsulxaneya Amerîka li herêmê wek gavek girîng nirxand.
AKnews
