Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda rêxistina Aştiya Cîhanî kir
Li hevdîtinê de, Serokê Rêxistina Aştiya Cîhanî mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku rêxistin bi niyaze li paşarojê konferansek li Herêma Kurdistanê bibestê û ev serdan jî ji bo eweye ku ji nêzîk ve agahdarî wan amadekariyan bibin ku ji bo konferansê hatiye kirin û sersamiya xwe jî sebaret bi pêkve jiyana birayaneya di navbera pêkhatên Herêma Kurdistanê nîşanda ku her hemû ji bo berqerarbûna aştiyê pêwendiyeke xwe ya bi hêz li gel hevdû heye û eve jî yek ji wan armancane ku rêxistin ji bo wê têdikoşê û her wiha eve jî ragihand ku Kurdistan ji bo aştiyeke seranserî hewl dide ku eve jî cihê rêzgirtina rêxistinê ye û bi çavekî gelek bi girîngî ve jî temaşa vê rolê dikin, Herêma Kurdistanê mînakeke gelek başe ji bo binyadnana civakekî aram û li jêr serkirdayetiya Serok Barzanî jî ji bo pêkanîna aştiyekî seranserî li Herêma Kurdistanê da rolekî berbiçav dîtiye. Ji bo wê yekê li paşarojê de rêxistin dikarê pêkve li gel Herêmê kar bike û Kurdistan jî wekî mînakek nîşana cîhanê bide. Ne ku her li Iraq belku li navçeyê jî da û ji bo vê mebestê jî rêxistin bernameyekî mehkemî heye û wekî destpêk jî niyaza wî ewe nivîsîngehekî xwe li Herêma Kurdistanê veke.
Li beramber da, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hengavên karkirina wan ya li Herêma Kurdistanê de nîşan da û eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê ji berê de heta niha hewla pêkanîna aştiyekî seranserî daye û hewlên dostên me li alîkarîkirina mîlletê me de cihê rêzgirtinêye ku êdî li her warek da bê û bi hemû şiyanek ve hewl didîn vê rewşa ku îro li Herêma Kurdistanê da heye berev pêş bibîn.
