Hevdîtina Barzanî û PYD bi dawî bû
Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel hevserokê PYD’ê Salih Mislim û Hevserokên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê pêk tê derdora saet 10.00an dest pê kir û heta seat 14.00'an dewam kir. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat û piştî hevdîtinê daxuyanî nehat dayîn.
Hate zanîn wê sibe bi çavdêriya serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistan Fuad Husên, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, PYD û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENSK), civînek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û yekitiya Kurdan de bi awayekî hevpar bê lidarxistin.
Pêştî van rêze civînan, wê şanda PYD û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û ENSK bi Serokê Herema Kurdistanê re dîsan hevdîtinek pêk bîne.
Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Em niha nikarin derbarê civînê de ti daxuyaniyekê bidin û piştî me wekî partî navbera xwe de civînek çêkir, emê encamê bi raya giştî re parve bikin.
Rudaw
