Civîna neyarên Malikî li Hewlêrê dest pê kir
Jêderekî agahdar ji fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê, got, piçekî beriya niha civîna navbera hevpeymaniya Kurdistanî, tevgera Sedr û lîsteya Iraqiye li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Jêderê han, diyar kir, civîna han bi serkatiya Fuad Meisûm, serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê tê meşandin.
Ligel ku lîsteya hevpeymaniya niştimanî ya Iraqê, lêjneyek bi navê lêjneya reformê pêk aniye lê lîsteya Iraqiye, tevgera Sedr û hevpeymaniya Kurdistanê li ser stendina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî rijd in.
AKnews
