• Saturday, 07 February 2026
logo

'Hikûmet tiştê di îmkan de ye wê bike da kar bo derçûyên zanîngehan bibîne'

'Hikûmet tiştê di îmkan de ye wê bike da kar bo derçûyên zanîngehan bibîne'
Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir bo derçûyên zanîngehan û tê de radighîne hikûmet tiştê ku di îmkan de ye wê bike da bêtirîn derfetên kar bo derçûyên zanîngehan bibîne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di pêga xwe ya taybet a Facebookê de peyamek weşandiye û tê de radighîne ku "min di çend rojên borî de li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi xweşhalî beşdariya merasîm û ahengên derçûna gerên îsal ên xwendekarên zanîngehan kir. Ez ji dil hemû xwendekarên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya serkeftin û xweşiyê bo wan dixwazim. Ez hêvîdar im ku ew bi vê zanist û pisporiya ku wan di mawê çend salên xwendina zanîngehê de bidest xistine, bikarin xizmeteke baş a gel û welatê xwe bikin."

Nêçîrvan Barzanî derbarê damezrandina derçûyên zanîngehan dibêje "Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştê ku di îmkan deye wê bike da bi hemahengiya ligel kertê taybet bêtirîn derfetên kar bo derçûyan dabîn bike. Lê nabe pêşbîniya derçûyên me bêtir be ji tiştê ku di îmkana hikûmetê deye, ji ber ku ti hikûmeteke dinyayê nikare hemû derçûyên zanîngehan wezîfedar bike."

Rudaw
Top