• Saturday, 07 February 2026
logo

‘Ligel damezirandina dewleta kurdî wê erdnîgariya navçeyê bê guhertin’

‘Ligel damezirandina dewleta kurdî wê erdnîgariya navçeyê bê guhertin’
Serokê Sûriyê Beşar Esed damezirandina dewleta serbixwe ya kurdî dur nabîne û dibêje: “Ger bûyerek bi vî awayî çêbibe, wê coxrafyaya navçeyê bê guhertin. Ne dewletek, belkî gelek dewlet serî hilbidin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînek taybet ligel rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê de behsa bihevre jiyankirina aştiyane ya ligel kurd, neteweyên nava Tirkiyê û Sûriyê dike. Esed dibêje: “Pêwîste cûdahiya çandî wekî çavkaniyekî tirs û guman neyê dîtin û wekî fakterekî dewlemendiyê temaşeyî cûdahiyan bike.”

Çend pirs û bersivên rojnameya Cumhuriyetê pêşkêşî Esed kirine:

Cumhuriye: PKK li Sûriyê bi navekî din xwe rêxistinkiriye. Piştî êrişên terorîstî li Tirkiyê zêde dibin, propagandaya wê yekê tê kirin ku destê we li pişt wan êrişan heye. Hûn van bûyeran çawa dinirxînin?

Beşar Esed: Ev propaganda ne rastin. Kesên bi vî awayî difikirin, dixwazin me wekî stemkar nîşan bidin. Em ne stemkarin. Kesên van gotinan dikin, dixwazin stemkariya xwe bo derve veguhêzin. Ji ber ger bi heman fikrî tevbigerin, pêwîste em jî bêjin êrişên El-Qaîde yên li nava Sûriyê bi destê aliyekî derve tê kirin. Dixwazim bêjim, ger pirsgirêkekî ewlekariyê heye, ev timî ji bo nirxandinekî cûda vekiriye. Ango di qonaxekî bi vî awayî de, ger valehiyekî ewlekarî hebe, wê karîna tevgerkirina grûbên terorîstî ji berê zêdetir be.

Em bifikirin ger li Sûriyê dest ji van buyerên ku tên holê berdin, wê çend lojîkên din çêbibin. Yekê bênin ku zererê bigihîne gelê Tirkiyê. Li Tirkiyê valehiyekî ewlekariyê heye. Ev jî encama siyaseta navxwe û derve ya hikûmeta AKPê ye. Şandina pirsgirêkên we ya bo derve û gunehbarkirina hinekî din, gotinekî hêsane. Ger pirsgirêkek min heye, wekî cîran wê dengvedana wê ji bo te hebe. Ger pirsgirêkeke te jî hebe, wê dengvedana wê bo min be. Ev jî pir hêsaniye.

Di demek ku em bi pirsgirêkên mezin ve mijûl dibin û serê me di nava belayê de be, me ew hêz nîne ku di wî warî de hevkariya we bike.

Armanca min ligel we bi hev re rûbirûbûna PKKê ye. Ji bo ez we ji PKKê biparêzin, divê despêkê xwe biparêzim. Ger ez xwe neparêzim, ezê çawa bikarim we biparêzim.

Cûmhuriyet: Pirsa min bi hev re ji rûbirûbûna PKKê zêdetir, ez dixwazim pirsa derbarê wê propagandayê bikim ku dibêjin Sûriyê piştgiriya PKKê dike?

Beşar Esed: Ger belgeyên wan hene, bila bixwînin. Ev 30 sale Tirkiyê şerê PKKê dike. Pêwîst nake ez piştgiriya wan bikim. Dema navbera me ligel Tirkiyê pir baş û dema ku hemahengiya me ligel artêşa Tirkiyê hebû, PKKê dîsa êriş dikir

Cumhuriyet: Pirsa kurd ber bi kuderê ve diçe?

Beşar Esed: Em hemû dizanin ev navçeya ku em tê de dijîn, çend aloz bû. Her civakek û grûbek dixwaze bi çanda xwe bijî. Ev jî di bingeh de helwestekî dewlimend û tendirûst e. Li vir pirsgirêk di wê yekê de ye ku yek hat û xwest sûd ji vê yekê werbigre. Lê ev cûdahiya çandî ligel berjewendiyên neteweyên me nakoke. Wê çi çêbe? Bi baweriya min bi hêza navxwe ya welatek bi etnîk, mezhebe, çanda civakê, dewlimendî û yekîtiya wî mîsoger dike. Pêwîste ti welatek van tiştan wekî çavkaniya tirs û gumanê nebîne. Pêwîste ev wekî fakterekî dewlimend bê hêjmartin û li gor wê tevbigere. Lê ev helwest ji bo fikra cûda, nayê heman wateyê.

Cumhuriyet: Hûn ne di wê baweriyê de ne ku di demekî nêzîk an dûr de dewletekî serbixwe ya kurdî bê damezirandin?

Beşar Esed: Ez ne di wê baweriyê de me ku cûdahiyek bi vî awayî li ti welatekê rûbide. Ger tiştekî bi vî awayî ya çaverênekirî çêbibe, wê demê ne tenê dewletek belkî çend dewlet bên damezirandin. Ango her grûbekî etnîkî û mezhebî daxwaza dewleta xwe dike. Ez ne di wê baweriyê de me ku gelên me di vê çarçoveyê de bifikirin yan jî xwe bi hêvîyekî bi vî awayî girêdabin. Ev bi hezaran sale em bi hev re dijîn. Çima di vê dema dawiyê de bi wê yekê dijîn ku pêwîste em temaşe bikin. Ji ber dewletên dagirker tên nava me. Em dizanin di dema Lorans heta niha çi bi serê wan hatiye. Em neçarin li ser bingehê bi hev re jiyankirinê, li beramberî hev rêzdar bin. Ger li tevayî erdnîgariya me bingehê wekheviyê bê peyrewkirin, emê vê krîzê derbas bikin. Emê sînorê ku emperyalîzmê daniyî, reş bikin.

Rudaw
Top