• Saturday, 07 February 2026
logo

Şanda (PYD) û ENKS a Rojavayê Kurdistanê serdana gora Barzanî kir

Şanda (PYD) û ENKS a Rojavayê Kurdistanê serdana gora Barzanî kir
Şanda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê serdana gora Mele Mistefa Barzanî kir.

Şanda ku ji hevserokê PYD Salih Mislim û Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Ehmed û Evdilselam Mihemed pêktê di çerçoveya bernama xwe ya Başûrê Kurdistanê de çû gûndê Barzan û serdana gora Mele Mistefa Berzanî kir. Li gûndê Barzan nûnerê malbata Barzanî, Xelat Berzanî şanda Rojavayê Kûrdistanê pêşwazî kir. Piştî ku heyetê desteyek gul danî ser gora Mele Mistefa Barzanî, hevserokê PYD’ê Salih Mislim axaftinek kir. Di axaftina xwe de Mislim da diyarkirin ku destkeftiyên li başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin ji bo gelê Kurd pir girîngin. Ew jî li Rojavayê Krrdistanê hewl didin ku mafê gelê Kurd bi dest bixin.

Mislim axaftina xwe wisa berdewam kir: "Bê gûman berxwedana gûndê Barzan pêre girêdayî derdorê û berxwedana gelê me yê leheng hişt ku em heya niha li ser piya bin, tekoşîn bikin û bizimanê xwe biaxivin. Me heya niha li Rojavayê Kurdistanê şoreş nekiriye û hikumet avanekiriye. Ji bo Kurda deskeftekî baş bi dest nexistiye. Lê ew çiruska azadiyê ku li Başûrê Kurdistanê hat vêxistin û deskeftiyên li vira hatine bidesxistin ji bo me dibe moral û hêviyên mezin. Em jî hêvî dikin ku di demek nêz de weke Herêma Kurdistanê şoreşa xwe biser bixin.”

Li ser navê malbata Barzanî, Xelat Barzanî jî axaftinek kir. Xelat Berzanî di axaftina xwe de bixêrhatine şandê kir û got: “Em bi xêrhatina we dikin. Hatina we ji bo me cihê keyf xweşiyê ye. Pêwîste em hemû Kurd li dora şehîdên xwe kom bibin. Bi ked û berxwedana şehîdên Kurdistanê em îro li ser axa xwe bi aramî dijîn, em hêvî dikin ku hemû gelê Kurd jî di demek nêz de azad bibe.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Ehmed jî da diyar kirin ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe gelek bedel dane û ji bo azadiya xwe bidest bixe çi jê tê xwestin dike; “Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bidest bixe gelek xwîn rijandiye û bedel daye. Tekoşînên pir hêja dane meşandin. Di cîhanê de gelê ku qasî Kurda zor û zehmetî kişandime di vê serdemê de nemane. Lê rexmî hemû zor û zehmetiyan, gelê me xwe parast. Em jî li Rojavayê Kurdistanê bi hêvîne ku wek Başûrê Kurdistanê bigihên mafê xwe.”

Şand piştî ku li ser gora Mele Mistefa Barzanî veqetiya, çû serdana goristana Şehîdê Enfalê ya li herêma Barzan.

Rudaw
Top