Leşkirê Sûriya Azad: me rêjeya ji sedî 40`ê xaka Sûriyê rizgar kiriye
Peyvdarê Leşkirê Sûriya Azad, Ehmed Qasim ragihand "tevî ku hin amarên din hene dibêjin ku ev rêja em dibêjin bêtire jî, lê rastî û bêgumaniya vê rêjeyê eve ku niha rêjeya ji sedî 40`ê xaka Sûriyê ji bin destê rijêma Esed rizgar bûye. Ev jî tenê bi xebat, tekoşîn û qurbanîdana Leşkirê Sûriya Azad tê liqelem dan."
Qasim derbarê van hêzên opozisyonê yên li derve ku gelek caran li şûna Leşkirê Sûriya Azad daxuyaniyan didin, dibêje "Civata Nîştîmanî ya Sûriyê li derve û herwiha temamê hêzên opozisyonê tenê nûnertiya xwe dikin ku kêmaniyeke tebeqeyên civaka Sûriyêne û ew bi ti awayekî nûnertiya Leşkirê Sûriya Azad nakin."
Rudaw
