• Saturday, 07 February 2026
logo

Leşkirê Sûriya Azad: me rêjeya ji sedî 40`ê xaka Sûriyê rizgar kiriye

Leşkirê Sûriya Azad: me rêjeya ji sedî 40`ê xaka Sûriyê rizgar kiriye
Leşkerê Sûriya Azad radighîne ku rêjeya ji sedî 40`a xaka Sûriyê ji destê rêjîma Esed rizgar bûye. Ew div ê baweriyê dene jî ku Civata Niştimanî ya Sûriyê li derve nûnertiya Leşkerê Sûriya Azad nake.

Peyvdarê Leşkirê Sûriya Azad, Ehmed Qasim ragihand "tevî ku hin amarên din hene dibêjin ku ev rêja em dibêjin bêtire jî, lê rastî û bêgumaniya vê rêjeyê eve ku niha rêjeya ji sedî 40`ê xaka Sûriyê ji bin destê rijêma Esed rizgar bûye. Ev jî tenê bi xebat, tekoşîn û qurbanîdana Leşkirê Sûriya Azad tê liqelem dan."

Qasim derbarê van hêzên opozisyonê yên li derve ku gelek caran li şûna Leşkirê Sûriya Azad daxuyaniyan didin, dibêje "Civata Nîştîmanî ya Sûriyê li derve û herwiha temamê hêzên opozisyonê tenê nûnertiya xwe dikin ku kêmaniyeke tebeqeyên civaka Sûriyêne û ew bi ti awayekî nûnertiya Leşkirê Sûriya Azad nakin."

Rudaw
Top