• Saturday, 07 February 2026
logo

Lîbî dê îro parlamenterên xwe hilbijêrin

Lîbî dê îro parlamenterên xwe hilbijêrin
Biryar e, îro yekemîn hilbijartinên azad piştî bêtirî 40 salî ji desthilatdariya Muamer Qezafî li Lîbiya dest pê bikin, Serokê Encûmena Niştimanî ya Lîbiya jî daxwaz ji welatiyan kir ku bi rêjeyeke zêde beşdar bin.

Li gorî ajansên nûçeyan, bêtirî 2 milyon û 800 hezar welatî dê îro 200 kesî ji nav 3 hezar berbijarên ku rikaberiyê li ser kursiyên parlamentoyê dikin, hilbijêrin.

Hilbijartin dê di bin tedbîrên tund ên elwekariyê de birêve biçin.

Parlamenterên nû dê hikûmeta nû ya welat ava bikin û her wiha dê dema hilbijartinên bê yên parlamentoyê diyar bikin.

Biryar bû, hilbijartinên parlamentoya Lîbiya di 19ê hezîrana borî de hatibane sazkirin, lê ji ber sedemên teknîkî û locistî hatine paşxistin.

Ji bal xwe ve, Serokê Encûmena Niştimanî ya Lîbiya Mistefa Ebdilcelîl daxwaz ji welatiyan kir ku bi rêjeyek zêde beşdariya hilbijartinan bikin.

Ebdilcelîl ji kenala al-Jazeera re got, “Lîbiya dê îro şahiyeke niştimanî û navdewletî li xwe bigire.”

AKnews
Top