• Saturday, 07 February 2026
logo

Tirkiye Dûbare Dest Bi Topbaran Kirina Devera Amêdiyê Kir

Tirkiye Dûbare Dest Bi Topbaran Kirina Devera Amêdiyê Kir
Hate zanîn ku, evro careke din Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina Gund û Zozanên nêzî Amêdiyê û Devera Nêrwe û Rêkanê kiriye.

Li gorî çavkaniyên Deverê ev topbarana han di saet 7 û 30 deqîqeyên Êwarê de destpê kiriye û bi qasî çend saetan dom kiriye.

Şîniyên Deverê jî eşkere kirin ku, vê carê Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî berfire û giran Gund û Zozanên Devera Amêdiyê, Nêrwe û Rêkanê topbaran kiriye û her çend ev topbarana han ti zerereke canî nedaye lê bûye sedema zererên mezin yên madî û tirs û fikarên Şîniyên Deverê.

Kurdistantv
Top