• Saturday, 07 February 2026
logo

“Dostên Gelê Sûriya” li ser çûna Esed rijdin

“Dostên Gelê Sûriya” li ser çûna Esed rijdin
Welatên beşdar di kongra “Dostên Gelê Sûriya” de tekîd li ser derketina Serokê Sûriya Beşar Esed ji desthilatê kirin.

Kongr, duhî bi beşdariya nêzîkî 100 welatan û bê amadebûna Rûsiya û Çînê li paytexta Fransa Parisê birêve çû.

Serokê Fransa Francois Hollande di gotara destpêka kongrê de bal kişand ku kirîza Sûriya êdî gefê li aştî û ewlekariya li cîhanê dike.

Hollande daxwaz ji beşdarên kongrê kir ku pêgirê dadgehkirina encamderên tawanên li Sûriya bin û her wiha pêgirê peyrewkirina cezayên aborî û darayî li ser rejîma Sûriya bin.

Serokê Fransa daxwaz ji kongrê kir ku piştgiriya opozisyona demokrart a Sûriya bike û alîkariyên mirovî bigihîne gelê Sûriya.

Hollande daxwaz ji welatên beşdar kir ku soz bidin ku civaka navdewletî dê alîkariya gelê Sûriya bike daku dubare welatê xwe ava bike.

Di kongrê de Hollande û Wezîra Derve ya Amerîkaa Hillary Clinton rexne ji helwesta Rûsiya û Çînê derbarê piştgirîkirina rejîma Sûriya girtin.

Beşdarên kongrê her wiha tekîd li ser derketina Esed ji desthilatê kirin.

AKnews
Top