Li Hewlêrê 236 Saliya Serbixweyiya Amerîkayê Hate Bîranîn
Di merasima han de her yek ji Konsulusê Amerîkayê û Serokê Kurdistanê peyvek pêşkêş kirin û di destpêkê de Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê ragihand ku, ev 3 sale em li Hewlêrê ev bîranîna han bibîrtînin.
Piştî bi dawî hatina peyva Konsulusê Amerîkayê Serok Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û li ser navê xwe û Gelê Kurd pîrozbayî li Rayedarên Amerîka û Gelê Amerîkayê kir.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Hun piştî xebateke dûr û dirêj bûne xwedan welateke serbixwe lê hîn jî Gel û neteweyên din jî mane ku, gelek xebat û têkoşîn kirine lê hîn jî heta niha bêyî dewletin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, Gelê Kurd jî weke we gelek hez ji azadî dike.
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de diyar kir ku, eger behsa rewşa siyasî ya Îraqê bikim dikarim bi yek peyv bibêjim ku, em weke Kurd ne metirsîne bo Îraqê belku bo Dîktatoriyetê metirsîne.
Kurdistantv
