Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Balyozxaneya Emerîka li Iraq kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî pîrozbahî kirina li Serok Obama û Joseph Biden Cîgirê Serok û tevahiya gelê Emerîka ya ji bo roja serbixweyiya Emerîka, her du alî behsa paşaroja pêwendiyan û pêşxistina pêwendiya di navbera her du aliyan kir û bi têr û tije jî derbarê tengasiyên siyasiyê Iraqê guftûgo kirin û tekez li wê yekê kirin ku ji bo çareseriya wan tengasiyan rêya yasayî û destûrî û bi cîhkirina peymanan li ber xwe bigrin.
Serok Barzanî behsa wê rola Aleksender Laskarîsî kir ku li dema karkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê kariye xizmeta berjewendiyên her du aliyan bike, û hêviya serkeftinê ji bo erkê wî yê nû de xwest.
Her wiha li vê hevdîtinê de her du alî guftûgoyê di derbarê pêvajoya navçeyê û bandora wê ya li ser Iraqê kirin.
