• Saturday, 07 February 2026
logo

Barzanî bi serkirdeyên kurdên Sûriyê re dicive

Barzanî bi serkirdeyên kurdên Sûriyê re dicive
Hinek jêderên serwext ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro bi Berpirs û serkirdeyên hêzên kurdên Sûriyê re bicive ji bo pêçandina aloziyên li herêmên Rojavayê Kurdistanê.

Tê zanîn di vê hefteyê de 3 kes li Herêma Efrînê hatine kuştin ku yek jê (Çekdar) berpirsê leşkerî yê Komîteyên Parastina Gel yên bi ser Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ne.

Li gor nûçeya ajansa Rojavayê Kurdistanê Mîdyanewsê, çavkaniyeke agahdar ragihand ku li ser vexwendina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh êvarê serokê PYDê Salih Muslim digel şandeke Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gihişte bajarê Hewlêrê.

Çavkaniyê da zanîn ku ew şandeya han ji serokê PYDê Salih Muslim û herdu hevserokên Encûmena Gel, Ebdilselam Ehmed û Sînem Mihemed pêk hatiye.

Herwiha çavkaniyê diyar kir ku ew ê di civîna bi Mesûd Barzanî re rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û pêşketinê li dûv kongreya Qahîreyê gotûbêj bikin.

Ji aliyê xwe ve, endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Mîdyanewsê diyar kir ku civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi herdu encûmenan re be, ENKSê û Encûmena Gel a PYD.

Endamê ENKSê got naveroka civînê dê li dor alozî û kêşeyên vê dawiyê di navbera aliyên kurdî de rûdane de be.

Hêjayî gotinê ye ku di meha borî de, bi serpereştiya nûnerê taybet yê serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî, peymaneke hevkariyê di navbera herdu encûmenan de ku hêzên serekî ne li Rojavayê Kurdistanê hatibû morkirin taku bi hevre kar û xebatê bikin û kêşe û arîşeyan çareser bikin û aştiya navxweyî biparêzin.

AKnews
Top