Avadankirina welêt bi tenê ne wezîfeya hikûmetê ye divê zanîngeh jî hevkar bin û rola xwe bilîzin
Di civînê de serok û endamên civata unîversîteya Duhokê behsa rewşa zanêgehê bi giştî û pêdawîstî û kêmûkasiyên zanîngeha Duhokê ji serokê hikûmetê re diyar kirin û ji bona çareserkirina kêmatiyên zanîngeha Duhokê beşdarên civînê çend pêşniyar pêşkeşî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kirin.
Di civînê de, serokê hikûmetê axavtinek kir û di axavtina xwe de, behsa pêşkeftinên berdewam yên zanîngeha Duhokê kir û got ku, berdewam pêşkeftin û guhertinên nû li zanîngeha Duhokê çê dibin.
Barzanî got ku zanîngeha Duhokê di destpêkeke gelek sade dest pê kir û nuha gihiştiye qonaxeke pêşkeftî ku yek ji zanîngehên başên herêma Kurdistanê û Îraqê tê naskirin.
Serokê hikûmetê got:
- Hikûmet dê bi cidî li ser pirsa kalîteya xandinê û sîstema perwerde û xandina bala lêkolînan dbike û hikûmet ji bona bilindkirina sewyeya xandinê û ragirtina balansê di navbera pêdawîstiyên herêma Kurdistanê û warên xwendinê dixebite.
Serokê hikûmetê tekîd li ser wê yekê kir ku zêdetir giringî bi warên xwandina teknîkî û meslekî bêdan ku di gelek warên jiyanê de pêwîstî pê heye.
Nêçîrvan Barzanî di civîna digel serokatî û civata unîversîçteya Duhokê de, daxwaz ji zanîngehê kir ku, li ser warê lkolînên zanist, amar û pilandananê kar bike û zêdetir giringiyê bi wan waran bie:
- Ji ber ku van her sê waran roleke mezin di pirosesa pêşkeftina hemû welatan de heye, ew ji bo herêma Kurdistanê jî gelek pêwîst in. Avadankirin û ber bi pşvebirina welêt bi tenê ne wezîfeya hikûmetê ye, lê divê zanîngeh jî hevkar bin û rola xwe bilîzin.
