• Saturday, 07 February 2026
logo

Hejmara kuştiyan li Sûriyê gihişt 16140 kesan

Hejmara kuştiyan li Sûriyê gihişt 16140 kesan
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan, amareke seranserî ya kuştî û qurbaniyên Sûriyê ji destpêka bûyeran ku di 15ê adara 2011an de dest pê kir û heta 27.06.2012an, weşand. Çalakvanekî kurd jî dibêje divê “tawankar bên dadgehkirin û cezakirin.”

Li gor amara Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye, hejmara qurbaniyên bûyerên Sûriyê gihiştiye 16140 kesan, ku 14863 ji wan sivîl in û 1277 jî leşkên girêdayî artêşa Esed û artêşa azad a sûrî ne.

Hejmara qurbaniyên bûyerên Sûriyê ku ji 15ê adara 2011an û heta niha bi nav hatine tomarkirin gihiştiye 16140 kesan, 1188 zarok in, 1038 jin in, kesên li jêr îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane 599 kes dibin. 1277 leşker jî hatine kuştin, çi leşkerên girêdayî artêşa azad yan artêşa Esed.

Herî zêde qurbanî li parêzgeha Himisê hatine kuştin, piştî wê jî parêzgeha Îdlibê tê, li Heseke jî ku piraniya rûniştiyên wê kurd in heta niha 115 kes hatine kuştin, qurbaniyên herî kêm jî li parêzgeha Swêda ne, ku piraniya xelkê wê Durzî ne û heta niha tenê 15 kes ji wê parêzgehê hatine kuştin:

Himis: 5577

Îdlib: 2499

Hema: 2152

Derdora Şamê: 1732

Deraa: 1682

Derê Zor: 735

Heleb: 626

Laziqiye: 427

Şam: 305

Heseke: 115

Tertûs: 71

Reqa: 70

Qinêtere: 55

Swêdaa: 15

Deverên din: 80

Berpirsekî dezgeha MAF a mafên mirovan jî dibêje ku ew hemû kiryarên kuştin, îşkence û komkujiyên ku li Sûriyê diqewimin dixin stuyê rêjîma Beşar Esed de. Îbrahîm Yûsiv got jî: “Em hemû hêzên ewlekariyê û leşkerî yên rêjîma Beşar Esed tawanbar dibînin, herwiha divê tawankar û kesên ku destê wan bi xwîna welatiyên Sûriyê sor bûne, bên dadgehkirin û bigihin cezayê xwe.”

Navbirî axaftina xwe wiha qedand: “Em ji konseya ewlekariyê û NY û dewletên endamên wê daxwaz dikin ku di demeke herî zû de tedbîrên bistînin ji bo parastina sivîlan li Sûriyê û cezakirina tawankaran.”

Rudaw
Top