Aştî Hewramî: Emê gazê bişînin Tirkiyê heta eger Bexda razî jî nebe
Wezîrê Samanên Sirûştî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî doh di merasîma Grûpa Gaza Derya Qezwîn ku li bajarê Stanbol hat sazkirin, ragihand "Herêma Kurdistanê dê gaza sirûştî û neftê bifiroşe Tirkiyê, heta eger wisa çêbû ku em negîhan ti lihevhatinan jî ligel Bexda."
Hewramî herwiha got "me plan daniye ku em 10 milyar metrên sêcarkî yên gaza sirûştî bifiroşin Tirkiye û Ewropa." Hewramî derbarê jivanê firotinê dibîne ku "proseya firotinê wê di maweyê 18 meh heta 2 salên din destpêbibe."
Wezîrê Samanên Sirûştî pêgîrî û berdewamiya Herêma Kurdistanê nîşanda bo anîna aliyên hilberînê yên biyanî bo karkirinê li Herêma Kurdistanê. Herwiha got "eger me hemû karên xwe bo Bexda hêlabûna, ti tiştekî me nedibû."
Rudaw
