Tayfûr: Di stendina baweriyê ji Malikî de kurda maye tenê
Arif Tayfûr, axivî û got, piraniya aliyên Iraqî xwe ji pirsa stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî paşde vekişandine, ev jî nîşan dide stendina baweriyê ji Malikî gelekî zehmet bûye.
Tayfûr, diyar kir, di pirsa stendina baweriyê ji Malikî, niha tenê kurd û hinek parlamenterên ser bi lîsteya Iraqiye mane û yên din jî xwe paşde vekişandine.
Li bara sedema vekişîna aliyên siyasî bi taybet tevgera Sedr ji pirsa stendina baweriyê ji Malikî de, Tayfûr got, jixwe ji destpêkê ve tevgera Sedr bi awayekî rijd nehat nav pirsê, heta dixwestin ber bi aliyekî din ve bibin û dema bûyer gihîşt qonaxeke rijd xwe paşde kişandin û wiha axivî, “Ji ber wê jî ez bawer nakim êdî bikarin baweriyê ji Malikî bistînin lê lêpirsînê her pêre bê kirin.”
Ji aliyekî din, parlamenterê Iraqê yê ser bi komela îslamî ya Kurdistanê, Fatîh Daraxayî, ji AKnewsê re got, mirov nikare pişta xwe bi tevgera Sedr ve germ bike bo stendina baweriyê ji Malikî, ji ber ku tenê Muqteda Sedr ketibû nav pirsê lê endamên din yên lîsteya Sedr pişta Malikî digirtin.
Daraxayî, diyar kir, ev nîşan dide ku erebên Iraqê her çiqas bi hev re nakok jî bin li hember kurdan dibin yek.
AKnews
