Nêçîvan Barzanî: Şertê serkeftina me yekrêzî û yekdengî ye li hember pirsên netewî
Serokê hikûmetê di civînê de behsa hilbijartinên meclisên wîlayetên herêma Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze di dema xwe ya diyarkirî de hilbijartinên wîlayetan bê kirin:
- Lê Komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê di warê teknîkî de neamadeye û nikare di dema diyarkirî de (27.09.2012) amadekariyên encamdana hilbijartinan timam bike.
Serokê hikûmetê got ku divê sîstema demokratîk li herêma Kurdistanê bê parastin û hemû kêmatiyên hene bên çareser kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de behsa pêşkeftina herêma Kurdistanê kir û got:
- Tevî hebûna kêmûkasiyan, lê belê pêşkeftin û berbipêşveçûna berdewam li herêma Kurdistanê heye û divê sal bi sal bo baştirkirina rewşa herêma Kurdistanê kar bê kirin.
- Berê xema hevwelatiyên herêma Kurdistanê emniyet bû û daxwaza dabînkirin û parastina emniyet û asayîşê dikir, lê belê jiber wan pêşkeftinên herêma Kurdistanê, nuha hevwelatî behsa xizmetgozariyan dike û daxwaza baştirkirina warên tendirustiyê, perewerdeyê, av û karebê dike. Ev jî hemû ji wezîfeya hikûmetê ye û divê wan ji bo hevwelatiyanm dabîn bike.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di dawiya axavtina xwe de hate ser pirsa yekdengî û yekrêziya xelkê Kurdistanê li hember pirsên netewî û niştimanî û got:
- Şertê sereke yê serkeftina me yekrêzî û yekdengî ye li hember meseleyên niştimanî û netewî. Tevî hemû cudahiyan, divê li herêma Kurdistanê hurmet ji pirensîpên hevwelatîbûnê re bê girtin
