HPGê serokekî din ê AKPyî binçav kir
Hate gotin ku serokên AKP’ê yê navçeya Payîzava Hayrullah Taniş (46) li Wanê saet dora 19.20an ji aliyê gerîlayên HPGê ve hetiye binaçavkirin. Hate zanîn ku Taniş dema li wesayîta xwe siwar bûye û xwestiye vegere Payîzava, ji aliyê 3 kesan ve hatiye girtin û hate zanîn piştî binçavkirina Taniş li bajar heta serê sibê operasyon hatiye pêkanîn.
Berî niha jî gêrîlayan serokê AKPya Kulpê Veysel Çelik girtibûn û piştî demekî dirêj radestî şandeke rêxistinên sivîl kiribûn. Çelik piştî berdanê diyar kir ku wî ji AKPê îstifa kir.
Hêjayî gotinê ye şeva din saet derdora 21.30ande li Taxa Sîpanê êrişek li dijî polîsan pêk hat. Di êrîşa çekdarî ya li dijî cihê kotrolê ya polîsan pêk hat de herî kêm du polîs birîndar bûn. Yek ji polîsên birîndar li nexweşxaneyê mir.
Rudaw
