• Sunday, 08 February 2026
logo

Kurdên Sûriyê dixwazin parçek ji neteweya Kurd bin

Kurdên Sûriyê dixwazin parçek ji neteweya Kurd bin
Kongreya Dijbereya Sûriyê de ku duhî bi serpereştiya Komkara Erebî û bi beşdarbûna zêdetirî 200 kesên dijber li paytexta Misirê Qahîreyê dest pê kir, kurdên Sûriyê daxwaza “otonomiyê” (desthilata xweseriya – hikumê zatî) kirin.

Li ser bangewaziya Komkara Erebî, ku bang li hemû alî û kesayetiyên opozisyona Sûriyê kirin, 10 kesayetiyên Kurd ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)jî tevlî vê kongreyê bûn.

Endamê Komîteya Têkeliyên Derve yê ENKSê Seidedîn Mela ji AKnewsê re û got, “ENKSê daxwaz dike rewşa îdarî û biryara nenavendî û otonomî di desthilatdariyê de bihête çespandin (tesbît) û bi taybet li Herêmên Kurdî bê.”

Her weha Mela got, “Ya baş ew e ku Sûriyê dewleteke ne navendî be, li ser bingeheke demokratîk bê avakirin û desthilatdarî di navbera navendê û aliyan de bihê parvekirin, ew jî şert û garantiya avakirina dewleta demokratîk e.”

Mela diyar kir, "Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê duyê yê fermî li Sûriyê û bi kêmanî li Herêmên Kurdî, her wiha em daxwaza wekheviya zayendê (mêr û jinê) û sêkularîzma dewletê dikin.”

Her weha got "Em dixwazin parçek ji parçeyên neteweya Kurd bin digel parçeyên din yên Kurdistanê, her weku çawa Ereb jî parçek ji neteweya Ereb in li Sûriyê"

Endamê Komîteya Têkeliyên Derve yê ENKSê diyar kir ku ew hêvî dikin ji encama kongreyê “Desteyeke Cîbicîkar” bihête damezrandin û hemû aliyên siyasî tê de cih bigirin û serpereştiya siyasî di qonaxa piştî el-Esed de bike.

Di civînê de, kesayetiyên dijber “Belgeya Peymana Niştimanî” û belgeyeke din derbarê dîtinên siyasî yên hevbeş di navbera dijbereya Sûriyê de dixwînin û gotûbêj dikin.

Kongreya Qahîreyê ji aliyên Komkara Ereb ve tê rêkxistin û tê de Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS), û Desteya Hemahengiya Niştimanî û Birayên Misliman (Îxwan Mislimîn) û çendîn kesayetiyên dijber û çalakên tevgera şoreşê beşdar in.

AKnews
Top