Zêbarî: Nabe li Sûriyê kurd bên jibîrkirin
Hoşyar Zêbarî, di civîna îro ya neyarên rejîma Sûriyê de, ku li paytexta Misr, Qahîreyê hat sazkirin, diyar kir, neyar û opozîsyona Sûriyê, piştî 15 meh ji xebat û serhildana gelê Sûriyê, di qonaxeke zehmet de derbas dibin.
Zêbarî, got, divê kom û aliyên neyar û opozîsyona Sûriyê bibin yek û peyameke hevbeş bidin cîhanê û wiha axivî, “Tiştek me jibilî plana Kofî Annan tune ku cî bi cî bikin.”
Wezîrê derve yê Iraqê, ragihand, Iraq li hember bûyerên Sûriyê bêalî nebûye ji ber ku alîgirê daxazî û mafên rewa yên gelê Sûriyê ye û got, Iraqê ne li dijî neyarên rejîma Sûriyê ye lê li gorî me divê gelê Sûriyê bixwe biryara çarenûsa xwe bide.
Civîna neyar û opozîsyona Sûriyê îro li paytexta Misr, Qahîreyê, bi beşdariya yekitiya erebî û wezîrên derve yên Iraqê, Kuwêyt û endamên dayimî yên civata ewlehiya NY hat sazkirin.
AKnews
