• Saturday, 07 February 2026
logo

Efrîn: Li Mabata hêzên ewlekariyê hatin qewitandin

Efrîn: Li Mabata hêzên ewlekariyê hatin qewitandin
Duh 2/7/2012`an, li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê û li bajaroka Mabatan, hêzên ewlekariyê û polîsên rêjîmê her weha navenda Partiya Ba`sê ya li wî bajarokî hatin paqij kirin û hemû hatin qewitand.

Li gor nûçeyeke Firatnewsê belavkiriye ku, îro bi hezaran ji xelkê devera Mabatan ya ser bi bajarê Efrînê, li pêşiya bazgeha polîsan yê bajarokê xwenîşandan kirine û hemû hêzên ewlekariyê yên rêjîmê qewitandine û piştre jî êrişî baregeha Partiya Ba`sê yê li bajarokê kirine û hemû endamên wê partiyê û karmendên ser bi wan ji bajarokê derkirine.

Hate ragehandin ku ev pêşkeftinên li bajaroka Mabatan wek bertekeke li hemberî bûyera ku duh li ser rêya Efrîn û Helebê rû dan ku tê de welatiyekî ji wî bajarokî di êrîşa hêzên artêşa rêjîma Sûriyê li ser otombêlekê kiribû û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar kiribûn.

Xendan
Top