Zanîngeha Dihukê Jî Dawî Bi Devreyeke Din Ya Xwendinê Anî
Di vê merasima han de ku, Wezîrê xwendina bilind û hijmareke din ji Rayedarên siyasî û îdarî yên Deverê jî tê de beşdar bûn çendîn peyv û gotar hatin pêşkêş kirin.
Piştî bi dawî hatina gotara Serokê Zanîngehê û bidawî hatina hin peyaman, Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser rola Zanîngeha Dihukê ya di warê perwerde kirin û pêgehandina ciwanên Kurd de û rola Zanînghea han di nava karwana reşwenbîriya Kurdî û bilind kirina asta zanistiya civaka Kurd de bi girîng wesif kir.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de tekez li ser piştgîriya Hikûmeta Kurdistanê bo pêşde birina Zanîngehan kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember kar û xebatên Zanîngehên Kurdistanê bi taybetî Zanîngeha Dihukê de diyar kir.
Kurdistantv
