• Saturday, 07 February 2026
logo

Duzxormatu Daxwaza Hêzên Pêşmerge Dike

Duzxormatu Daxwaza Hêzên Pêşmerge Dike
Hevdem ligel aloz bûna rewşa ewlekarî ya Bajarê Duzxormatuyê û zêde bûna amara bûyerên terorîstî û refandina welatiyan li vê Bajarê û derdorê, evro Rayedarên vê Bajarê bi awayeke fermî daxwaza şandina hêzên pêşmerge bo vê Bajarê kirin.

Di vê derbarê de Qaêmmoqamê Duzxormatuyê eşkere kir ku, hêzên ewlekarî yên ser bi Hikûmeta Fedral li vê Deverê nikarên karên xwe bi başî cîhbicîh bikin lewre Terorîst bi awayekî azad li Duzxormatu û derdorê wê dest bi kiriyarên terorîstî dikin û ev yek jî bûye sedema dilgiran bûna welatiyan lewre em li ser navê Şîniyên vê Bajarê daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin daku, bi mebesta parastina welatiyan û rewşa ewlekarî ya Deverê hêzên pêşmerge ji Deverê re bişîne.

Kurdistantv
Top