HHK bûdceya projeyên li Herêmê ronî kir
Bi mebesta pêşandana hûrdekariyên bûdceya Herêma Kurdistanê bo rêxistinên navdewletî û konsûl û nûnerên welatên cîhanê li herêmê, duhî nehemîn civîna hevbeş ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hola Seid Ebdelah bi serokatiya Wezîrê Plandananê Elî Sindî û beşdariya jimareyek wezîrên Kurdistanê lidar ket.
Derbarê civînê de Wezîrê Plandananê Elî Sindî ji AKnewsê re ragihand, “Niha 50 proje di hemû bi hevbeşî navbera Herêma Kurdistanê û rêkxistin û nûnerên welatên cîhanê dihêne encamdan.”
Sindî wiha domand, “ji bo projeyên xizmetguzariya rawêjkariyê û başkirina sîstema niştecîbûnê, ji aliyê Herêma Kurdistanê 844 hezar dolar hatiye terxankirin.”
Wezîrê Plandananê Elî Sindî got, “Niha siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xelkên kêmderamet ji wan projeyên niştecîbûnê sûdmend bin, ev ji bilî pêdana pêşîneya xanûber bo hemwelatiyan ku di sala borî 700 milyar dînar bi 82 hezar welatî hate dayîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, qanûna bûdceya îsal ya Kurdistanê li gorî qanûna 8em a sala 2012 ya Kurdistanê, qebûl kir.
Tê zanîn, parlamentoya Kurdistanê, roja 24 Hezîrana îsal, bûdceya sala 2012 ya Kurdistanê qebûl kir. Bûdceya îsal ya Kurdistanê, 15 trilyon û 245 milyar û 797 milyon (nêzîkî 12 milyar dolar) dînar e.
AKnews
