Nêçîrvan Barzanî: Em dest ji mafên xwe berdandin
Di merasima dewreya 27-mîn a derçûyên xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeşî kir û pîrozbahî li xwendekarên derçûyî yên unîversîteya Silêmaniyê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de diyar kir ku, gelek kêfxweş e ku, di roja serkeftin û derçûna xwendekarên zanîngehê li bajarê Silêmaniyê yê. Barzanî, xwendekaêrn mezûnkirî yek bi yek û malbatên we pîroz kirin û dkar û wezîfeya mamosteyên bilind nirxand.
Serokê hikûmetê behsa rola zanîngeha Silêmaniyê di şoreşa Îlonê de kir û got:
- Unîversîteya Silêmaniyê, dûr ji pasindanê, di warê zanistî û şoreşgeriyê de di dîroka Kurdistanê de xwedî dîrokeke pirşingdar e. Piştî destpêkirina şerî di sala 1974ê de zanîngeha Silêmaniyê bi timamî gihişte şoreşa Îlonê û li deverên azadkirî karê xwe berdewam kir. Herwesa zanîngeha Silêmaniyê melbendekî bihêz yê hest û bîrên netewî yên kurd bûye. Wê zanîngehê kesên gelek jîr û afrêner pêşkeşî Kurdistanê kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de got ku, gelek giringe zanîngeha Silêmaniyê jî xwendekaran teşwîq bike daku, zêdetir lêkolînên zanistî û pêşkeftî di warê êrîşên enfal û kîmiyabarana Kurdistanê û tesîra wan li ser civaka Kurdistanê bikin. Û herwesa Barzanî daxwaz ji zanîngehên Kurdistanê jî kir ku, alîkariya xwendekarên kurd û biyanî yên ku, li zanîngehên derve kar li ser wan pirsan dikin û ji bo lêkolînan tên Kurdistanê, bikin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa rola sermayedarên silêmnî di avakirina bajarê Silêmaniyê de kir û rola wan bi roleke giring wesif kir:
- Silêmanî her di kevin de xwedî sermayedarên welatperwer bûye, çakîya wan û pirojeyên wan yên di xizmeta bajêrê wan de wisa kiriye ku, navê wan bikeve nav rûpelên dîrokê da. Nuha jî, ez gelek kêfxweş im ku, dibîn im hindek ji wan sermayedarên Silêmaniyê pirojeyên xizmetgozarî bo bajarê xwe berfirehtir dikin. Ev yek ji aliyê em ve, cîyê rêz û teqdîrê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê di merasima mezûnkirina xwendekarên unîfersîteya Silêmaniyê de li bajarê Silêmaniyê got ku, gelek caran tê goton Silêmanî hatiye piştguh xistin:
- Lê bawer nakim tu hikûmetek bikaribe Silêmaniyê îhmal bike, ji ber ku dîroka Silêmaniyê bi bizav û zîndîyî hatiye tomar kirin û ev jî garentiya dide ku bi tu awayî Silêmanî neyê piştguh xistin. Em qed Silêmaniyê îhmal nakin, Silêmanî her ezîz e û li ba me, ew dê her ezîz bimîne.
- Me beriya nuha jî gotiye ku em dê Silêmaniyê bikin paytexta kulturî li herêma Kurdistanê. Nuha jî em gelek piştgiriyê li pirojebiryara bifermîdiyarkirina Silêmaniyê weke paytexta kulturî dikin. Ew pirojebiryar nuha, ji bo pesindkirinê, li parlamentoya Kurdistanê ye.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di peyva xwe de behsa kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, nuha jî kirîzeke siyasî û dewletdariyê li Îraqê heye. Kurd û serokatiya Kurdistanê ne dirustkerên wê alozî û kirîzê ne, ew kirîz ji encamê cîbicînekirina destûra Îraqê û rêkeftinên pêşwext dirust bûye û kurdan gelek zirar ji cîbicînekirina destûra Îraqê dîtiye.
