• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdogan û Zana ji bo doza kurdî çiviyan

Erdogan û Zana ji bo doza kurdî çiviyan
Duh (30/6/2012) li demjmêr 15.00'an de hevdîtina parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zan û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li avahiya fermî ya Serokwezîrtiyê destpêkir.

Di hevdîtinê de ji bilî Leyla Zana û Serokwezîr Erdogan, alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay jî amade bûbû. Hevdîtin demjmêr û nîvekê domkir û çapemenî bi balikêşiyeke mezin li benda daxuyaniyekê bû ku ji aliyê amadevanên di civînê de bê kirin. Lê ji ber ti daxuyanî ji çapemeniyê re neyê danîn, Zana di deriyê protokolê re ji avahiyê veqetiye ne di deriyê ku çapemenî sekinî bû. Lê ji aliyekî din ve hat gotin ku Erdogan ji Zana xwestiye ku 'ew li bendinê ku beşdariyê di projeya biratiyê û yekîtiya milî de bike.'

Avestakurd
Top