Li Sûriyê 130 kuştî û teqîn di rakirina cenazeyê de
Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê Deraa û Îdlibê 130 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Herwiha bajaroka Zemelka dema gel cenazeyek vedişart ku ew jî berî du rojan hatibû kuştin, helîkopterekê bombeyek avêt ser cenazeyê û di encamê de 80 kes hate kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.
Di nav kuştiyên duhî, tenê li Şamê û derdorê 43 û li Dêrezorê 15, li Îdlibê 11 û li Hemayê 10 û Deraa 9 û li Helebê 5 û li Humsê 3 û yek li Hesekê û Laziqiye.
16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
