Felah Mistefa digel konsulusê Danmark û Belarusiyayê civiya
Di dîdarekê de, Felah Mistefa behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê berfirehkirina têkeliyên xwe yên diplomasî de digel cihana derve kir û got ku têkeliyên diplomasî ji bona pêşxistina têkeliyên siyasî, aborî, bazirganî û kulturî digel welatên derve rêxweş dike.
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa destpêka avaakirina têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên biyanê kir û got ku wan têkeliyan ji vekirina ofîsan dest pê kir heta nuha gehiştiye vekirina konsulxaneyan û ofîs û senterên mezin yên kulturî û bazirganî. Mistefa rola her du konsulusên fexrî yê Danmarkê û Belarusiyayê di vakirina têkeliyan de beriz nirxand û hêvî kir ku, ew ji bona pêkanîna têkeliyên xurt yên di warê siyasî, aborî û kulturî de kenalên baş bin.
Her sê alî (Kurdistan, Danmark û Belarusiya) li ser destnîşankirina mekenîzmeke minasib ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û teşwîqkirina sermayedar û bazirganan bo karê sermayerazandinê li herêma Kurdistanê hev fikir bûn
