Li Sûriyê 103 kuştî û Hums di bin bombebaranê de ye
Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê Deraa û Îdlibê 103 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Herwiha bajarê Humsê ku ji berî çend rojan de hatiye dorpêçkirin hîn dorpêçkirî ye û artêşa rejîmê êriş û bombebaranê bi ser taxên kevin yên bajêr de ranawestîne.
Di nav kuştiyên duhî, tenê li Îdlibê 9, li Şamê û derdorê 7, li Dêrezorê 3 û li Hesekê 2 û Deraa 4 û yek li Hema û Helebê.
16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
