• Saturday, 07 February 2026
logo

Silêmaniyê dê bibe 'Bajarê Rewşenbîrê û Ragihandinê'

Silêmaniyê dê bibe 'Bajarê Rewşenbîrê û Ragihandinê'
Parlamentoya Kurdistanê daniştina xwe ya dawî ya werzê yekem, terxan kir bo gotûbêjkirina ku bajarê Silêmaniyê weku bajarê Rewşenbîrê û Ragihandinê bihê destnîşankirin.

Rawêjkarê ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ji AKnewsê re ragihand, “Parlamentoya Kurdistanê daniştina xwe ya 39ê lidar xist ku ew jî daniştina wê ya dawî ye di werzê yekem de.”

Cewher diyar kir ku daniştina dawî hate terxankirin bo gotûbêjkirina ku bajarê Silêmaniyê weku bajarê Rewşenbîrê û Ragihandinê bihê destnîşankirin.

Her wiha Cewher ragihand ku bêhnvedana havînê ya Parlamentoya Kurdistanê ji yekê tîrmehê de dest pê dike û li yekê êlûnê bi dawî dibe.

AKnews
Top