Nêçîrvan Barzanî: Divê hikûmet û sektora taybet giringiyê bi çandiniyê tûrîzmê û pîşesaziyê bidin
Di civînê de rewşa hilbirînê li herêma Kurdistanê û rêyên pêşxistin, geşekirin û berfirehkirina wê bi dûr û dirêjî hat minaqeşe kirin.
Herwesa ew astengî û pirsgirêkên di warê siyasî û îdarî de rû bi rûyê kar û projeyan dibin hatin behis kirin û civînê tekîd li ser nehêlana astengiyan, çareserkirina pirsgirêkan û baştir çalakirina rola sektora hilbirînê li herêma Kurdistanê, bi awayekî ku hilbirîn di gelek warên cihê de roleke baştir di avadakirin, pêşxistin û avakirina enfrastruktura aboriya herêma Kurdistanê de bilîze, kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa rola giringa hilbirînê li herêma Kurdistanê kir û di hemna demê de destpêşxerî û rîska sermayerazandinê ji aliyê berhemîneran ve bilind nirxand û got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriyê li berhemanîneran dike û ji bona nehêlana hemû astengî û giriftariyên dikevin pêşiya warê hilbirînê bi cidî kar dike.”
Li dor sektota akincîkirinê jî, serokwezîr dîtinên xwe berçav kirin û tekîd li ser wê yekê kir ku, divê hevsengiyek di navbera qzanc û hilbirînê de, bi awayekî ku xelkê kirêdar û kêmderamet fêdey jê bibînin, hebe. Ji bo vê yekê jî, Nêçîrvan Barzanî got ku, divê tewsiyên nû ji bo sektora akincîkirinê ku di berjewendiya xelkê kêmderamet û kirêdaran da bin, bên derxistin.
Di mijareke din de, serokê hikûmeta Kurdistanê got:
- Herêma Kurdistanê pêdviyeke mezin a hilbirînê di warê çandinî û tûrîzmê de heye û ji nuha û pê de hem hikûmet û hem jî sektora taybet û berhemîner jî divê rû bikin van waran û giringiyeke zêdetir pê bidin.
Ji aliyê xwe ve berhemîneran dîtin û hizrên xwe li dor sektora taybet berçav kirin. Bi taybetî berhemîneran behsa pêwîstiya rastvekirina qanûna sermayerazandinê ku, hêsankarî û derfetên berfirehtir ji berhemîneran re pêkbîne, kir.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistranê amadeyî û piştgiriya hikûmetê bo daxwaza berhemîneran dupat kir û got:
- Li herêma Kurdistanê hilbirîn tecrûbeyeke serkeftî bûye û hikûmet jî piştgiriyê li hemû rastkirin û rastvekirinayan ji bo zengînkirina qanûna sermayerazandinê dike.
Berhemê xwemalî û çeaniya teşwîqkirin, parastin û zêdekirina berhemên xwemalî mijareke din civînê navbera serokweîzê Kurdistanê û berhemîneran bû û biryar hat dan ku, ji bo parastina berhemîên xwemalî qanûneke taynet derkjeve.
