Heyeta Kurdistanê Beşdariya Konferansa Mafên Mirovan Ya NY Kir
Di vê derbarê de Dr. Dîndar Zêbarî diyar kir ku, beşdarî kirina Hikûmeta Kurdistanê di vê konferansa han de gelek girîng bû û armanc ji beşdarî kirin di vê konferansa han de eşkere kirina rastiyên heyî yên di derbarê mafên mirovan ya li Kurdistanê de bû.
Çavkanî eşkere kir ku, weke tê zanîn çendîn saziyên curbicur di raportên xwe yên di derbarê rewşa mafên mirovan de êrîşên neheq kiribûne ser Kurdistanê û beşdariya heyeta Hikûmeta Kurdistanê jî di vê konferansa han de bi her awayî berdifeke baş da wan êrîşan.
Krdistantv
