Heyeteke HAK PARê Serdana Serok Barzanî Kir
Di hevdîtina navbera Serok Barzanî û heyeta partiya maf û azadiyan de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hatin nirxandin û heyeta mêwan jî behsa ezmûna Kurdistanê kir û ezmûna han bi ezmûneke girîng û pêşkeftî wesif kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa projeya pêşwekirina demokratîk ya li Tirkiyeyê jî kirin û ragihandin ku, dibe bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî rêbazeke siyasî û demokratîk were dîtin û dibe bo bidest xistina mafên Gelê Kurd li Tirkiyeyê de jî rêbazên siyasî û qanûnî werin bikaranîn.
