• Saturday, 07 February 2026
logo

Heyeteke HAK PARê Serdana Serok Barzanî Kir

Heyeteke HAK PARê Serdana Serok Barzanî Kir
Duh heyeteke partiya HAKPAR ku, pêk hatibû ji Kemal Burkay, Bayram Bozyel û Celal Yildiz serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûr Barzanî kir.

Di hevdîtina navbera Serok Barzanî û heyeta partiya maf û azadiyan de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hatin nirxandin û heyeta mêwan jî behsa ezmûna Kurdistanê kir û ezmûna han bi ezmûneke girîng û pêşkeftî wesif kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa projeya pêşwekirina demokratîk ya li Tirkiyeyê jî kirin û ragihandin ku, dibe bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî rêbazeke siyasî û demokratîk were dîtin û dibe bo bidest xistina mafên Gelê Kurd li Tirkiyeyê de jî rêbazên siyasî û qanûnî werin bikaranîn.
Top