Mursî nameya pîrozbahiyê ya Esed red kir
Serokê Misrê Dr. Mihemed Mursî got: “Em li rewatiya we mikur nayên, aliyên ku nûnertiya gelê Sûriyê dikin, Artêşa Azad a Sûriyê û Meclîsa Serkirdayetiya Şoreşê ye û bila Sûriyê bi serbestî û azadî bijî.”
Serokê Sûriyê Beşar Esed roja sêşemê nameyeke pîrozbahiyê ji Mursî re şandibû, ku berî çend rojan wek serokê Misrê hatibû hilbijartin. Li gor kanala Arabiye, navbirî nameya Esed a pîrozbahiyê red kir.
Rûdaw
