• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Sêrtê şer: 3 leşker hatin kuştin

Li Sêrtê şer: 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Dihê (Erûh) ya girêdayî Sêrtê, di navbera gêrîlayên HPGê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Di encamê de 3 leşker mirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê di navbera Dihê û Şirnexê de, di navbera gêrîlayên HPGê û leşkerên Tirkiyê yên derketine operasyonê de şer derket. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin. Leşkerên hatine kuştin jî rakirin nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê.

Li herêma şer bi helîkopteran leşker ji Şirnex û Sêrtê ber bi herêmê ve çûn. Tê gotin ku şer sê saetan berdewam kiriye. Rêya Şirnex-Dihê jî ji trafîkê re hat girtin û operasyona li herêmê berdewam dike.
Rûdaw
Top