Duhî li Sûriyê 120 kuştî hebûn
Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê, Deraa û Îdlibê, 120 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve komîteyên Hemahengiyên Sûriye ragihandin ku li derdora Şamê paytexta Sûriyê ji berî 2 rojan de şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û Artêşa Azad de germ e û navçeyên Heresta û Hamê bi çekên giran rastî bombebaraneke tund hatine û ji sedema wê 24 kes duhî canê xwe ji dest daye û bi sedan birîndar li bajêr hene.
Li bakur li parêzgeha Îdlibê jî, Komîteyên Hemahengiyên Hindur ragihandin ku, bombebaranên tund bi ser bajarok û gundên derdora Îdlibê de nesekinîn, û artêşa Azad jî kariye li Îdlibê Firokeyekê bixîne û 6 panzeran biteqîne.
16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
