Ji Qamişlo ta Efrîn palana navçeyên rizgarkirî
Rojname radighîne ku, li gor zanyariyên, Serokê Encumena Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Seyda wê ji serkirdayetiya Kurd li Kurdistanê daxwaza guhaztina çekan bo bajarê Qamişlo û Hesekê bike.
Her weha li gor rojnameyê, hin jêderên siyasî yên Kurd ragehandine ku ENS plan kiriye ku navçeyên bakûrê Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê û ta bajarê Helebê ji bin desthilata rêjîma Beşar Esed rizgar bike ji bo ku fermandariya Artêşa Sûrî ya Azad û hin serkirdeyên Encumena Niştimanî biguhazin nava Sûriyê.
Li gor wan jêderan ev pêşketin wê du encaman bi dest bîne; a yekem ewe ku Encumena Asayîşa Navnetewî iqna bibe ku parastina van navçeyên rizgarkirî bike. Ya duyem jî dê hêzek leşkerî yê opozisyonê bê avakirin û bikare navçeyên din yên Sûriyê rizgar bikin.
Jêderên Êraqî tekez kirine ku, Encumena Niştimanî ya Sûrî di wê baeriyê de ye ku eger navçeyên rizgarkirî li Sûriyê bê avakirin wê gelek general û efserên artêşa rêjîma Esed qutbibin û tevlî Artêşa Azad bibin û li gor baweriya wan ev yek wê ruxîna rêjîmê lez bike.
Xendan
