• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdogan: Ewlehiya Anadolê ji Şamê destpê dike

Erdogan: Ewlehiya Anadolê ji Şamê destpê dike
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, îro di gotineke xwe de li pêşiya koma partiya AKP`ê ya li Parlemanê ragehand ku balafira wan ya ku Sûriyê êxistî ne ya şere ya çavdêriyê bû û ti niyetên dijmanîtiyê jî nebûn, her weha balafira me bê kû me agahdar bikin êxistin.

Erdogan got: “Balafira me li ser ava navdewltî hate lêdan û li ava herêmî ya Sûriyê kete xwarê. Balafira me 13 mîl ji bajarê Laziqiyeyê dûr bû.”

Serokwezîrê Tirk ev jî got: “Dostaniya Tirkiyê çendîn bi rumet be, bila her kes bizane ku xezeba wê jî ewqasî tunde.”

Erdogan bal kişand ser kiryarên hikûmeta Sûriyê û got: “Hikûmeta Şamê gelê Sûriyê dikuje, Tirkiyê li hemberî komkujiyan bê deng namîne, ji ber ku ewlehiya Anadolê ji Dîmeşqê destpê dike.” Her weha berdewam kir û got: “Tirkiyê wê alîkariya gelê Sûriyê bike ta ku dîktator ji nav dibe.”

Di dawiya gotine xwe de Erdogan diyar kir ku Tirkiyê li hemberî vê bûyerê bê deng namîne û mafê xwe parastiye. Erdogan tekez kir û got: “Li dawiyê Gelê Sûriyê wê bi serkeve.”

Xendan
Top