Erdogan: Ewlehiya Anadolê ji Şamê destpê dike
Erdogan got: “Balafira me li ser ava navdewltî hate lêdan û li ava herêmî ya Sûriyê kete xwarê. Balafira me 13 mîl ji bajarê Laziqiyeyê dûr bû.”
Serokwezîrê Tirk ev jî got: “Dostaniya Tirkiyê çendîn bi rumet be, bila her kes bizane ku xezeba wê jî ewqasî tunde.”
Erdogan bal kişand ser kiryarên hikûmeta Sûriyê û got: “Hikûmeta Şamê gelê Sûriyê dikuje, Tirkiyê li hemberî komkujiyan bê deng namîne, ji ber ku ewlehiya Anadolê ji Dîmeşqê destpê dike.” Her weha berdewam kir û got: “Tirkiyê wê alîkariya gelê Sûriyê bike ta ku dîktator ji nav dibe.”
Di dawiya gotine xwe de Erdogan diyar kir ku Tirkiyê li hemberî vê bûyerê bê deng namîne û mafê xwe parastiye. Erdogan tekez kir û got: “Li dawiyê Gelê Sûriyê wê bi serkeve.”
Xendan
