• Saturday, 07 February 2026
logo

Dewleta Yasa nexşerêyekê pêşkêş dike

Dewleta Yasa nexşerêyekê pêşkêş dike
Tevahiya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî aşkera kir ku Hevpeymaniya Niştimanî nexşerêyek bo çareseriya aloziyê heyî pêşkêş kiriye.

Serkirde di Dewleta Yasa de Seid el-Metlebî ji AKnewsê re ragihand, “Hevpeymaniya Niştimanî nexşerêyek bo çareseriya aloziyê heyî pêşkêş kiriye û di çend rojên li pêş me de dê kar pê bihê kirin li ser bingeha gotûbêjan.”

El-Metlebî diyar ku di nav nexşerêya çaverêkirî de, babeta çaksaziyê û komîteya çaksaziyê heye û serkeftina vê nexşerêyê li ser hevkariya alien beramber radiweste.

Aliyên siyasî li Iraqê Hevpeymaniya Kurdistanî, Lîsteya Iraqiye û rewta Sedr heta diha sûr in li wer kişandina baweriyê ji Malikî û çaverê dikin van nêzîkan ew bikeve ber lêpirsîna Parlamentoya Iraqê.

AKnews
Top