• Saturday, 07 February 2026
logo

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya

Civata Wezîran Ya Hikûmeta Kurdistanê Civiya
Duh civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê vî Îmad Ehmed û amadebûna tevahiya Wezîrên kabîneyê civîna xwe ya normal lidar xist.

Di destpêka vê civîna han de jibilî nirxandina rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û Deverê behsa bûdceya sala 2012an ya Hikûmeta Kurdistanê ya ku, duhê ji aliyê Parlementoyê ve hatibû pesendkirin hate kirin û di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, dibe her ji niha ve tevahiya silfe anjî fon û deyinên demdirêj yên ku, ji aliyê Parlementoyê ve hatine pesendkirin li ser welatiyan werin dabeşkirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de projeya siyaseta bikarxistinê ya ku, ji aliyê Wezareta karûbarên civakî ve hatibû amadekirin hate pejrandin û biryar hate dayîn daku, Wezaretên peyvendîdar di vê warî de hevkariyeke baş pêşkêş bikin.

Li gorî projeya siyaseta bikarxistinê vê ev kesên ku, daxwaza karê dikin bi qasî demekî werin perwerdekirin û piştî bi dawî hatina perwerdehiyê jî di warên curbicur de destbikar bibin û Wezareta kar û karûbarên civakî di dîtina derfetên karî de hevkariya wan bike.

Di dirêjahiya civînê de behsa damezrandina 17 hezar karmendên nû jî hate kirin û di vê derbarê de biryar hate dayîn daku, komîteyên taybetî werin damezrandin û bi awayekî şefaf jî prosesa damezrandina karmendan di demeke nêz de destpê bike.

Meseleya hatûçû û bûyerên tirafîkê û çê kirina cadeyên Kurdistanê jî babeteke din ya vê civîna han bû û di vê derbarê de biryar hate dayîn daku, dest bi çê kirin û standardrîze kirina cadeyên Kurdistanê bike û hevdem dibe cezayên ev kesên ku, qaûnên hatûçû binpê dikin werin girantirkirin.

Di berdewamiya civîna heştem ya civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê de çendîn babet û mêjarên din yên girêdayî bi warê xizmet kirin û bilindtir kirina asta rewşenbîriya civakê jî hatin nîqaşkirin û di vê derbarê de jî çendîn biryarên pêwîst hatin stendin.

Kurdistantv
Top