• Saturday, 07 February 2026
logo

Heyderî: Hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê jî dê dereng bikeve

Heyderî: Hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê jî dê dereng bikeve
Serokê komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê, Ferec Heyderî, diyar kir, ji ber dabînekirina bûdceyê, hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê jî dê bê paşxistin.

Ferec Heyderî, ji AKnewsê re got, hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê meha çile ya 2013ê dê bê lidarxistin lê ji ber hinek arîşe dê bê paşxistin.

Heyderî, diyar kir, yek ji sedemên paşxistina hilbijartinên civatên parêzgehan, hilbijartina endamên nû yên desteya komîsyona hilbijartinê ye ku karîgeriyek mezin li ser hemû karên komîsyonê kiriye.

Serokê komîsyona hilbijartinên Iraqê, aşker kir, me bi fermî ji hikûmeta Iraqê xwestiye 10 milyon dolar bo hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê pêwîst e lê heta niha ev bûdce nehatiye terxankirin.

Ferec Heyderî, wiha domand, heke hikûmet niha bûdcê dabîn bike em dikarin meha adara 2013 hilbijartinê saz bikin, ji ber wê jî em nizanin ka hilbijartinên civatên parêzgehan dê çend mehan dereng bikeve.

AKnews
Top