Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêrê hat vekirin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev pêngava hikûmeta Poloniyayê bilind nirxand û bi vê minasebetê, minasebeta vekirina ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêr, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wezîrê derve yê Poloniyayê kir û hêvî kir ku, vekirina konsulxaneya polonî li Hewlêrê, ji bona xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di navbera herdu aliyan de, di hemû waran de, rêxweşker be.
Sefîrê Poloniyayê yê Îraqê, hijmareke wezîrê hikûmeta Kurdistanê û konsulus û diplomatkarên biyanî jî di merasim avekirina ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêrê amade bûn
